المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI QAMIŞLO MAMOSTE “EBD-ELÎLAH OCÊ” SEMÎNAREK DI DERBARÊ PERWERDEYA MALBATÊ DE PÊŞKÊŞKIR …

0 80

Di roja sêşemê 29.12.2020an de,ofîsa Jinê ya navendî ya PYKSê semînarek  di derbarê perwerdeya malbatê û cûdahiyên di navbera jinê û zilam de,û têkiliyên di navbera wan de û çi tiştê vê têkiliyê xeradike û pêşdixe,li bajarê Qamişlo li navenda PYKSê, li darxist.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji rêxistinên jinê û kesayetên siyasî û rewşenbîr di derbarê vê mijarê de.

Herwiha “Ocê” di semînarê de,giringiya perwerda malbatê di avakirina civakên pêşketî de,anî ziman,ya ku dikarin rêveberiya welatan û avakirina nifşeyan bikin.

Herwiha Ocê di semînarê de,metirsiyên ku berngarbûna civakên me dibe û rola jinê û zilam jî anî ziman.

Herwiha di dawiya semînarê de,pirs û gengeşe hat kirin li ser mijarê ji aliyê beşdarbûyan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.