المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di roja cîhanî ya mafê mirovan Encûmena Niştimanî ya Kurdî mangirtinek cemawerî li darxist ..

0 84

Bi boneya salvegera 70emîn roja cîhanî ya mafê mirovan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Qamişlo mangirtinek cemawerî li pêşiya bergeh NY li taxa Siyahî li darxist ji bo şermezarkirina binpêkirinên ku li dijî gelê kurd tên kirin.

Bi beşdariya hejmareke mezin ji endamên ENKSê û alîgirên wê û partiyên wê herwiha xelkê bajêr Qamişlo û bi hildana ala Kurdistanê mangirtinek mezin hat li darxistin. 

Gotinên Kurdî û Erebî bi navê encûmenê hatin xwendin gotina Erebî ji aliyê Mihsin Tahir serokê encûmenên  xwcehî yên encûmena niştîmanî kurdî û gotina Kurdî ji aliyê Fesla yûsif endama destaya serokatiya encûmenê hat gotin û di her dû gotinan de doza mafê miletê kurd û barastina wê hate kirin.

Divê derbarêde mamoste Hesen salih endamê Encûmena niştîmanî ya kurdî û cîgerê Serokê partiya yekîtî Kurdî li Sûrîyê ji mer ragihand :”îro em sekinîne ji bo şermezarkirina berdewamiya dagirkirinê li Efrînê û dest dirêjaya li ser mal û milkên kurdan tên kirin û guhertina demografî û deverên din yên di bin desthilatiya PYD’ê da ku gelek pêlêkirin ji mafê mirovanên kurd heye wek girtina siyasetmedaran û çalakvana”.

Herwiha Salih tekezî li ser girtina nivîsgehên Encûmena niştîmanî û ê partiyên wê kir û berdewamiya girtin û veşartin û revandina xortan bi sedema leşkeriya neçar û weke binpêkirina pêşeroja zarokên biçûk û nifşên nûhatî yên ku bi sedema zimanê kurdî dixwazin xwendina wan bê birîn em dibêjin mafê miletê kurd heye û dibistanê wê hebin lê ev dem jêre divê çaresarîk ji pisgirêka kurdî re hebe lê ne bi rengêkî zorê û idyolociya xwe bi kar bînin bi zorê ev karê bê rê di vê bê rawestandin”.

Salih diyar kir “em di vê roja cîhanî ya mafê mirovan dengê xwe dighînin cîhanê û dighînin rêxistinê mafê mirovan divê miletê kurd were parastin û guhdan li dengê wî hebe”.

Ji aliyê xwe ve endama desteya serokatiya ençûmenê Fesla Yûsif wisa got: “Bi boneya derbasbûna 70 salî li ser roja cîhanî ya mafê morovan em wek encûmena niştîmanî kurdî beryar me sitand ku em derkevin vê mangirtinê ta em dengê xwe bighînin Netewa yekbûyî û hemû welatên bi hêz em bêjin êdî em miletê kurd wek hemû miletê cîhanê ku dem hatiye em jî bighên mafê xwe em jî azad bibin ji ber wek em dizanin ku gelek keryar çewt û bê rê di ber mafê milete de tê firotin bi taybet li herêma Efrînê a ku îro girûpên çekdar û qirêj gelek dest dirêjî û binpêkirinê di mafên wan de dikin piştî dagirkirina hukûmeta Turkiyê  jê re.

herwiha Yûsif tekez kir “hemû birayên çewt û xerab ê ku îro PYD’ê  li ser miletê me bi kar tîne em şermezar dikin û em azadiyê ji miletê xwe re dixwazin û çareserîyeka siyasî ji rewşa  Sûrîyê re bê dîtin û hemû pêkhatiyên wê bigîhêjin mafê xwe û yek jê mafê miletê me kurd.

Leave A Reply

Your email address will not be published.