المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Na bo tûnd û tûjiya li dijî jinê..

0 85

“Di 25 heyva 11an de roja Navdewletî ya hilanîna tûnd û tûjiya li dijî jinê”
Divê helkeftinê de Rêxistina jina kurdî ya azad bi kampaniyekê rabûn bi rişma
“na bo bêdengiyê, tu xurtîrî “.
Bi berdewamiya 16 rojên oranjî divê derbarêde rêxistina jina kurdî ya azad îro rûniştinek danûsitandinê li darxistin bi rêveberiya berpirsiyara rêxistinê Yusra Zibêr û bi amedebûna nifşek ji jinan li bajarê Qamişlo li taxa hilêliyê.
Zibêr karî bû di simînara xwe de bide xwiyanî pênasiya jiyana her sî xwişkênên mîrabal bi çi awayên hovane û bi êşkencên zor li ser destê peyên diktatorê domînekan tirêxiyo ku di bin êşkencan de hatin kuştin.
Her sî xwehên mîrebal çalakvanên siyasî bûn û ji malbatek zengîn bûn .

Rewşa jiyana wanî abûrî gelekî baş bû
Divê çalakiyêde jiyana nemira kurd Leyla Qasim ji hate bîranîn ku çawa hat êşkence kirin û bi rengê hovane hate darvekirin lê komela Netewa yekbûyî karîbû di sala1999an de roja tûndî û tûjiya li dijî jinê bike rojeke navdewletî bo kuştina her sî xwehên mîrebal.
Di dawiya rûniştinê de endema rêveberiya rêxistinê Helîma Ebdella ji peyamnêrê ragihandina ENKS ê re da xwiyanî kirin armanca vê rêxistinê ji vê kampaniya ku pê rabûn û karê wan yên ku roja pêşî pel li dîwara xistin di gel wêneyan û gotinên li ser tûnd û tûjî ya li dijî jinê heye di civaka rojhilata navîn de û rawestandinek me jî hebû divê derbarê de û rojekê me terîşên oranjî bi sîngên jinan vekirin .
bi vî karê îro ku rêxistina jina kurdî ya azad pê rabûye dawiya kampaniya wanin ji ber berdewamiya roja tûnd û tûjiya li dijî jinê 16e rojên ji 25 heyva 11 de ta 10 heyva 12 an roja cîhanî ya Mafên mirovan.

Amedekirin: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.