المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xelkê Qamişlo Serdana Goristana Pakrewanên 12Adarê kirin ..

0 59

Îro Di roja 12 avdarê de ,  demjimêr (11)nîvro li beramberî nivîsgeha Pdk_s ya rojhilatî qamişlo, xwecihiya encûmena niştîmaniya kurdî li sûriya ya rojhilatî qamişlo, meşek lidarxist , ew jî ji bo bîranîna 15emîn, li ser derbasbûna serhildana 12 Adarê  .
û meş destpêkir bi rawestandina xulke bê dengî li ser giyanê bakrewanên 12 avdarê.
Paşî ev meş bi rêve Goristana pakrewanan li Taxa  Qidûrbek , û her wisa bi bejdarbûna hejmarek mezin ji xelkê bajêr ku têde beşdar bûn , di vê meşê de alayên kurdî hatin bilindkirin  bi destê ciwanan.

û her wiha gelek silogan jî hatina bilind kirin mîna (pakrewan simbola azadiyê ne ), û ji aliyê xwe ve mamosta (muhsin tahir), endamê Pîlotbîroya siyasî ya partî dîmoqratî kurdistan _sûriya ,  gotinek pêşkêş kir bi navê ENKSê xwecehiya  rojhilatî qamişlo di axiftina xwe de da xuyakirin li ser kiryarên rêjîma ased ya stemkar li der heqê kurdan de, û got : ”  di bûyerên 12 avdarê yê ku li qamişlo hate rûdan û di encamê de bi dihan xelkên sivîl hatina kuştin û birîndar kirin”.

û her wiha mamosta (Bextiyar resûl), endamê komîte Herêmî ya pdk_s, got : “li ser me kurdan erkek heye ew jî ku  em xwîna pakrewanan jibîr nekin û her Sal li bîra xwe bînin,( man û neman li bakrewanên 12 adarê)”.

Raport : Hêvî Delî

Ragihandina ENKSê .. Qamişlo

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.