المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA : ENCÛMENA GUNDÊ ZEXÎRÊ YA BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 77

Di roja sêşemê 22.12.2020an de,encûmena gundê Zexîrê ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha Serokê encûmena gundê Zixêra birêz Mihemed Emîn Omer bi xêr hatina beşdarbûyan kir.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Behzad Murad rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûyan ji bo civatan û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Û belavkirina nexweşiya veyrûsa korona û bandora bilindbûna nirxê dolar li beramberî lêreya Sûrî û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê.

Herwiha cîgerê Serokê xwecihiyê birêz Behzad Murad hemû bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Û tekez kir li ser berdewamiya van danûsitendinan ji bo ew pêlanên dijî wê bi binkevin.

Herwiha Serokê encûmena gundê Zexîrê rawestiya li ser giringiya rola encûmenên gundan di vê qonaxa hestiyar de.

Wek tê zanîn encûmena gundê Zixêra bi ser şaxê Dêrna Axê ve ye, yek ji şaxên wê ye, ya ku bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye, ya Çilaxa ye ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.