المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Daxuyaniyek derbarê nehiştina derbaskirina şandeya Bera Aştî û Azadiyê ji bo herêma Kurdistanê

0 254

Di nav rêzincîrên ji kiryarên bêberpirsiyarî û bêhurmetî bi layen din re  tê kiri ji hêla Rêveberiya Xweser a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve.

Rêveberiya derbasgeha Sêmalka ya girêdayî wan , di 5ê Tîrmeha 2021 de, rê nedan û nehîştin endamên Desteya serkirdayetiya Bera Aştî û Azadiyê derbas bibin ku ji nûnerên pêkhateyên eniyê (Tevgera Sibe ya Sûrî, Encûmena Erebî li Cezîra û Firatê, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê) yên li hundirê welat rûniştiye, bêyî ku tu hincet û sedemên qanûnî bide.

 

Hêjayî gotinê ye ku şand diçû herêmê da ku beşdarî civata asayî bibe ya ku bi salvegera yekemîn a damezrandina eniyê re dihat û bi amadebûna serokê eniyê, û endamên desteya serokatiyê ku ji derve hatine herêma Kurdistanê.

 

Em di Eniya Aştî û Azadiyê de ev kiryar şermezar dikin û wê keyfî dihesibînin, ku armanc ji holê rakirina jiyana siyasî ye, û dikeve bin siyaseta tepisandinê, dev girtinê û sînordarkirina azadiyan, û ew rêgezên herî bingehîn ên mafê praktîzekirina xebata rêxistinî û siyasî binpê dike di demekê de ku Rêvebiriya Xweser îdia dike ku demokrasiyê bikar tîne û qadek azadiyê dide, û ev Berevajî hemî kiryarên ku ew li erdê dimeşîne, em van pratîkan dixin ber destê koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê , û herweha Yekîtiya Ewropî û Neteweyên Yekbûyî.

 

Em di Eniya Aştî û Azadiyê de piştrast dikin ku em ê xebata xwe ya siyasî tevî hemû kiryarên dubare kirî ji nehiştin û gef û girtinan, ji ber ku em pabendî rêbaza xwe ne ku li ser bingeha azadî, demokrasî û xebata siyasî hatiye avakirin – tevî serdestiya çekan – çi ji rejîmê be, ya ku miletê Sûrî bi şoreşekê derket dijî desthilatdariya wî , an ji deshilatek ku hewl dide tiştê ku rêjîm kir dubare bike.

 

 

 

Desteya serkirdayetiya Eniya Aştî û Azadiyê 6ê Tîrmeh 2021

 

Ragihandina ENKSê

Wergerandin: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.