المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ELEKTRÎK LI SER ÇAR GUNDÊN HERÊMA DIRBÊSIYÊ HATIYE BIRÎN BI SEDEMA AGIREKÎ DIJWAR …

0 69

 

Di roja îna bûrî de 13.9.2019 di dema nîvro de,li Kurdistana Sûriye, li gundewarê Dirbêsiyê bi taybet li gundê Xatûna û gundê Cewzat yên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve agirekî mezin rûda di encamê de 4 gund ji Wizeya Elektrîkê bê par man .

li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê vê bûyerê de,ev agir ziyanên mezin gihandiye welatiyan û agir ta roja Yekşemê 15.9.2019 piştî danê nîvro hîn berdewame bi taybet agir di Stûnên  Elektrîkê de vêketî bû.

Herwiha li gorî agahiyan ev agir ji bakur û rojavayê gundê Cewzat destpê kiriye û li gorî zaniyariyan dibêjin hineka pêxistiye û bi lez bazdane.

Herwiha ev agirê 4emîn e li vê herêmê tê vêxistin ji destpêka patozan.Lê ev agirê dawî ziyanî mezin gihiştiye vê herêmê.

Zerarên vî agirî ev bûn :
1-Hemû zeviyên pirêze yên mabûn ji bo çera ajelan bi giştî hatin şewitandin.
2-Gelek Stûnên Elektrîkê hatin şewitandin, Ji ber vê yekê Elektrîk li ser çar gundan hatiye birîn .

herwiha dema Elektirîk tê birîn av jî tê qutkirin ji ber ku xelkên wê herêmê bîrên wan yên ji bo ava malê li ser Elektrîkê ne , navê wan  gundan jî ev in : (Xatûna,Cewzat,Simada û Hesik).
3-Marbêcên bîrek avî ji gundê Xatûna nêzîkî bihayê 5 melyon Lêreyên Sûrî hatiye şewitandin,xwediyê wê bi navê Hac Hesen Hac Ibrahîm.
4-Marbêcên bîrekê avî ji gundê Cewzat bi giştî hatiye sekinandin,xwediyê wê bi navê Îsa Dehan.

Di derbarê vê yekê de welatiyekî ji wê herêmê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Ev agirê dawî,bi rastî ziyanî mezin gihişt vê herêma me bi taybet ev her çar gundê ku Elektirîk li ser hatiyê birîn , Ji ber ku pêwîstiya me pir bi ê

Elektrîkê hebû di vê demê de ji bo avê û hûn tev dizanin ev dem dema sazkirina xaniya ye ji bo seyandin û Dûdana  wan”.

Herwiha welatî axaftina xwe berdewam kir ku çera sewalan jî nema hemû zeviyên ku mabûn ji bo çera sewalan hatin şewitandin.

Herwiha tîmên vemirandinê di hawara me de nehatin ev jî aliyekî metirsînî ye.

Hêja ye gotinê ku xelkên herêmên Kurdistana Sûriye di vê havînê de toşî gelek agiran bûn ,û her tim  di metersînê de dijîn ,  gelek ziyan gihiştiye zevî û sewalê wan û ti alî, alîkariya wan nekirne û dilê wan jî xweş nekirine.

Raport:Elî Fetah

Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.