المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera pêncemîn li ser şehadeta 5 pêşmergeyên qehreman..

0 69

Sibe” 16ê Îlonê “2019” an, Salvegera pêncemîn li ser şehîdbûna her pênc pêşmergeyên qehreman, ku di roja “16/9/2014 “, di encema şerê dijwar di nav bera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ên DAÎŞ ê , li herêma kurdistanê, canê xwe ji dest dan û kirina qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê, li devera ( Hesen Şam), gundê “Sêvdîn ” li herêma kurdistanê.

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :

1: Comerd Fezeh Mişo _kurdistanê sûriyê

2:Delîl Ehmed Elî Mihemed _ Kurdistana sûriyê

3: Mustefa Cercîs Seîd _Kurdistana Îraqê

4: Beşîr Ehmed Yousif _Kurdistana Turkiyê..

5: Silêman Hemza Hacî _ Kurdistana sûriyê..

Tê zanîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana sûriyê ku bi navê ( Leşkerê Roj), Tê naskirin, di roja 12/3/2012an, bi biryarekê ji serokê herêma kurdistanê “Mesûd Berzanî ” hat damezirandin û bi pêşengiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibin, û êdî Leşkerê Roj bo yek ji wan Leşkerên serkeftî ku piranî ji kurdên sûriyê ne, û di bin çavdêriya kadroyên ji kulîjeyên leşkerî de ne, û hemû çekên sivik û navîn bikartînin di hemû cureyên şer de .

Û ji ber vê yekê êdî Leşkerê Roj bûye xwedan hêzeke bi qiwet û li milê pêşmergê herêmê di cengê de beşdar bû û şer kir li dijî rêxistina terorîst ên Daîşê li herêma kurdistanê, û Leşkerê Roj ranewestiyan ji bo berevaniyê di ber xaka kurdistanê de bike, û destkeftiyên mezin bi dest xistin ..

 

 

 

Hêvî Delî

Ragihandina ENKSê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.