المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 47emîn a şehadeta Leyla Qasim..

0 118

Leyla Qasim serûk hilda

Gula jînê bi lez gulda

Daristan çiqil der kir

Dara azadiyê pelda

Dîroka bo te rûpel da

Keça kurdan bi şehnazî

Payebûna xwe zengil da

Dozê dang da bi wê Alê xaka kurdan çi simbil da.

 

Di derbarî Kar û xebata Leyla Qasim di nava tevgera kurdî de :

 

Pêşmergeya kurd Leyla Qasim yek ji wan keçan bû ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriyê rêka azadiyê hat naskirin.

 

Leyla Qasim ji dayîk bûna sala “1952 ” an de, li bajarê Xaniqîn yê başûrê Kurdistanê, û ji malbateke xwedan neteweyî û welatperwerî bû,

Û di sala “1974 ” an de, tevlî nava refên PDK ê, bû û herwiha bi awayekî çalak beşdarî Kar û xebatê di bû, û şehîda Leyla peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dujminan.

Û di sala “1970 ” an de, bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî Hikûmeta Ba’s a faşist rabû, û ji ber vê yekê rastî zordarî û astengiyan dihat.

 

_Û di sala “1974 ” an de, bajarê” Qeladizê ” bi giranî hat bombarankirin ji aliyê rêjîma Iraqî ve, ku di encamê de gelek xwendevanên kurd şehîd ketin. Piştî vê yekê Rêjîmê êrîş ser bajarê “Helebçeyê” kir, û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birindarkirin, û li hember van hovîtiyên rêjîma “Iraqê ” gelek xwendevan û sivîlan berê xwe dan çiyayê Kurdistanê û tevlî hêzên Pêşmergeyan bûn.

 

Şehîda pêşmerga “Leyla Qasim” di wê baweriyê de bû ku divê xebat ne tenê li çiyayê Kurdistanê bê, lê xebata herî giran, pêwist e di nava cergê dijminan de be..

 

Û herwiha ji ber Kar û têkoşîna Qasim û çar hevalên wê hatine girtin ji aliyê rêjîma “Iraqî ” ve, û di girîgehê de rastî Îşkenceyê û azarên pir mezin dihatin kirin,

Û navê wan ev bûn :

_ Hesen Heme Reşîd

_ Nerîman Fuad

_ Azad Silêman Mîran

_Cewad Hemewendî.

dewlata Iraqî ew wekî terorîst û dujminên dewlata Iraqî re, bi xelkê û raya giştî ya cîhanî re da nasîn.

 

Û herwiha di yekem serdana malbata wê di girîgehê de Leyla ji wan xwest ku cil û bergên nû jê re bînin di serdana bê de,

Û her malbata wê ev xwestekên wê jê re pêk anîn, û Şehîda Leyla di wê serdanê de hin piskên porê xwe birî û diyarî xwîşka xwe kir, ku bibe bîranîn li ser Kar û xebata wê di ber doza azadîxwaziya gelê kurd.

 

Û di roja “12 ” Gulana “1974 ” an de, bi destê Hikûmeta Be’s Ya Iraqî ve, hat bidarvekirin.

Û ji wê rojê û heta niha bû simbola Jina kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê.

 

Û herwiha gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Şehîda Leyla Qasim, wekî qehremaniyeke netewayî dibînin, ku îro bi hezaran keçên kurd li ser şopa têkoşer û xebatkar Şehîda pêşmerga Leyla Qasim ku bûye sembola canfîdayî a keç û jinên kurd…

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS

Amadekirin : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.