المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Keleha Hewlêrê û xweşiya li Kurdistanê

0 76

Keleha Hewlêr keleheke dîrokiye û cihê xweşî û xweşikbûnê ye ji berfirehiya wê bazarên curbicur  li hawîrdora wê çêbûye wek “cihên folklorî û nûjen” hemû bi vî rengê xweşik keleha Hewlêrê xemilandî û ber çav kiriye li pêşiya geştyarên biyanî mîna xelkên ji welatê Ewropa berê xwe didin keleha hewlêrê û serdana wê dikin bi dil ferehiyeke xweş pirsa dîroka keleha hewlêrê dikin.

Li jora kelehê mozîxana entîka heye ku xwe bi tiştên folklorî û entîke xemilandî û hin tiştên nûjen, ev mozîxana ku kesek nikare jê derbas bibe berî ku serdana wê bike.
Divê derbarêde xwediyê mozîxanê yê bi navê Xalis Entîke ji peyamnêrê me re got: “Ev mozîxana me vedgere ji berî 50 salî û ji aliyê hukûmeta herêmê gihaye min, ji ber ku tu kes nikare cihekî bigre ko ne ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê be.

Wisa berdewam kir axaftina xwe :” Pir tiştên mozîxana min hene folklorî ne, ne yê firotinê ne û ez xwe li ser vê mozîxanê xwedî dikim ji firotina tiştên nûjen
Birastî kelehên weke kelha Hewlêrê me zengîn dike bi dîroka me”.

Rapor: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS – Hewlêr

Leave A Reply

Your email address will not be published.