المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN : ENDAMEKÎ PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYA SERBEST HAT BERDAN JI ALIYÊ KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER TIRKIYA VE.

0 65

Di roja çarşemê 10.2.2021ê de,birêz Azad Cemîl Nebo yê xwedî temen 40 salî û endamê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya li Kurdistana Sûriya, li bajarê Efrînê serbest hat berdan ji aliyê komên Dagîrker yên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

Li gorî zaniyariyan,di roja sêşemê 29.12.2020an de,komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve ,birêz Azad Cemîl Nebo endamê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya,li Kurdistana Sûriya li bajarê Efrînê hat revandin û binçavkirin.Û piştî 43 rojan ew serbest berdan.

Hêjaye gotinê ku hîn revandin û binpêkirinên xerab di derheqê xelkên resen yên herêmên Kurdistana Sûriya yên hatine dagîrkerin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,û civaka navdewletî bêdenge.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.