المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Rêxistina Domîz Serdana fermandarê giştî yê Leşkirê Roj kir..

0 98

Diho roja çarşemê “10”ê, sibata” 2021″, an de, şandek ji rêxistina Domîz ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, PDK-sê serdana fermandarê giştî yê Leşkirê Roj Eqîd “Dilovan Robarî “kir , ji bo pîrozbahiya wergirtina wî serkirdayetiya Hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj.

Û herwiha ev şand bi seroketiya M,Mihemed Elî Ibrahîm  endamê ofîsa siyasî ya PDK-S ê ,û berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-sê pêk hat.

Û herwiha di derbarî vê serdanê M,”Mihemed Elî Ibrahîm “, endamê ofîsa siyasî ya PDK- S ê , pîrozbahiyeke germ pêşkêşî Eqîd “Dilovan Robarî “kir derbarî wergirtina wî pileya serkirdayeta giştî ya Leşkirê Roj û hêviya serkeftin di kar û erkê wî yê nû de destnîşankir.

Û herwiha hêjaya were gotin ku di roja Yekşemê” 7″ê sibata “2021”, an de Eqîd “Dilovan Robarî “, weke fermandarê giştî yê pêşmergeyên Leşkirê Roj hat destnîşankirin, û bi dest erkê xwe yê nû kir.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.