المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI SILÊMANIYÊ : SEROKÊ NÛNERTIYA ENKSÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ HEVDÎTINEK BI NÛNERÊN PARTIYÊN ENKSÊ RE LI KAMPA BARÎKA LI DARXIST.

0 64

Di roja çarşemê,10.2021ê de,li Silêmaniyê mamoste Newaf Reşîd serokê nûnertiya ENKSê ya herêma Kurdistanê hevdîtinek bi nûnerên partiyên ENKSê re li bergeha Barîka ya parêzgeha Silêmaniyê lidarxist.

Herwiha mamoste Newaf Reşîd,di vê hevdîtinê de,axivî li ser rol û erkên nûnertiya ENKSê ya herêma Kurdistanê,û tekez kir li ser giringbûna berdewamiya têkiliyan bi penaberan re ji bo çareseriya pirsgirêkên ku tên pêşya wan  li herêma Kurdistanê, û guhdarîkirina nerînên wan.

Herwiha ji aliyekî dî jî,Reşîd  li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî yên nû axivî li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet ya Kurdî , Û di derbarê wê de,nerîn û helwesta ENKSê diyar kir ya ku herî rast e di kirîza Sûriya de.

Herwiha hemû beşdarbûyan nerînên xwe dan xuyakirin û pirs kirin li ser mijarên hatin gengeşekirin .

Herwiha di dawiya hevdîtinê de, hemû nûnerên partiyên ENKSê yên beşdar spasiya serokê nûnertiya ENKSê ya herêma Kurdistanê kirin li ser vê serdana giring, û tekez bû li ser giringiya berdewamiya van hevdîtinan di navbera partiyên ENKSê li kampa Barîka.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.