المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bazarên gelêrî li herêmên kurdî çalaktir bûne

0 90

Li herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê, her roj di heftiyê de bazarên demkî ku bi bazarên gêlerî tê naskirin li tax û bajarên kurdî tên danîn û nexasim piştî bilind bûna nirxan li bazara bajêr êdî tevgera welatiyan li va sûkan zêde dibe..

Û herwiha di derbarê vê mijarê de bazirganiyek ku demeke dirêja di nava van bazarên demkî de Kar dike, bi zelalî behsa dîroka wê dike ji malpera ENKSê re : Ku bazarên demkî, ew bi bazarên gêlarî tên naskirin di nava herêmên kurdî de li Kurdistana sûriyê, û her roj di heftiyê de ev bazar ji taxakê bo taxaka din tên veguhastin û navê xwe ji navê roja ku ew têde tê li dar xistin wergirtiye, û tevlîheviyeke mezin di van bazaran de em dibînin û çêdibe û tevgera xelkê ji pir çalak dibe, de ku her kes seredana vê sûka dikin ji destpêka rojê de û bi taybet Jin û her pêwestiyên mal pê hewcedar bê dikarin bikrin û bi nirxekî erzantir ji sûka bajêr de ku hemû alavên malan têde peyda dibin..

Û herwiha li ser vê mijarê welatiyeke Jin ji malpera ENKSê re di vê derbarê de ragihand û anî ziman : ku mirov neçar dibe her roj berê xwe bide nava bazarê de ku pêdeviyên xwe ji xwarinê û şînahiyê rojana bi dest bixe, û berdewam kir piştî vê kirîza aborî ya li Sûriyê hatî rûdan û her tişt buhabûye ji vê yekê em berê xwe didin bazarên demkî da ku xwestekên malê bibûheyekî erzantir peyda bikin….

Di vê derbarê hêjaya were gotin ku dema mirov derbasî nava ve sûkan dibe tevlîheviyeke dibîne ji aliyê belavbûna cûreyan ji firaxan û şînahî û cil û bergan, û her bazirganiyek konek Yan otombîla xwe kiriya cihê ku bazarê têde bike û li her deverekî di herêmên kurdî de li Kurdistana sûriyê tên danîn wekî bajarê Qamişlo, Cilaxa, Amûdê, Tirpespiyê, û navê ve sûkên gelêrî li gorî roja têde tên danîn di heftiyê tê kirin….

 

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.