المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ENCÛMENA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK YA ASAYÎ. 

0 72

Di roja şemiyê 9.10.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bajarê Çilaxa -Aliya ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa xwecihiyê, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Piştî wê, civîn li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê sekinî, ku rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihî hatî wergirtin hate nîqaş kirin û xwendin, ji bilî raporên ku ji şaxan hatine wergirtin, û pêşniyar û çareseriyên guncaw ji bo wan hatin pêşxistin .

 

Herwiha di civînê de gelek mijarên aborî û civakî yên herêmî hatin nîqaşkirin, nemaze têkildarî zêdebûna dîn a bihayan, zêdebûna bihayê sotemeniyê û şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku niştecihên herêmê dibînin.

 

Ji aliyê siyasî ve, di civînê de li ser gelek mijaran, wek xwepêşandana ku ENKSê, bang kiribû, rewşa danûstandina û girtiyên Kurd, rewşa Serê kaniyê û Girê Spî û pirsa vegera koçberan bo malên xwe hat gotûbêj kirin.

Herwiha Beşdaran serdana endamên ENKSê û şanda hevpeymaniyê û opozîsyona Sûriyê bo Waşintonê û gelek hevdîtinên ku li wir pêk hatin gotûbêj kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.