Home / Breaking news / Girkê Legê : Şandek ji rêxistina Qamişloyê ya PDK-Sê ve, pîrozbahî rêxistina Girkê Legê dike bi serbestberdana endamên wê.

Girkê Legê : Şandek ji rêxistina Qamişloyê ya PDK-Sê ve, pîrozbahî rêxistina Girkê Legê dike bi serbestberdana endamên wê.

Şandek ji rêxistina Qamişlo ya bi ser PDK-Sê ve, îro roja duşemê 8ê mijdara 2021″an, serdana ofîsa PDK-Sê ya Girkê Legê kirin bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiyê derbarê serbestberdana M, ” Mihemed Salih ” endamê komîteya Herêmî û rojnamevan ” Berzan Hisên ”

 

Û herwiha ev şand ji aliyê serkirda û endam û Alîgirên wê partiyê ve pêk dihat…

 

Û tê zanîn ku di roja “17”ê Tîrmeha 2021″an, hejmarek ji endamên partiya Demokrata Kurdistan-sûriya hatibûn girtin ji aliyê Asayîşa bi ser PYDê ve ..

 

Û roja înê 5ê mijdarê serbest ji zindanên PYDê de hatin berdan her yek ji M, Mihemed Ayo ” endamê desteya rawêjkarê ya bi ser PDK-Sê ve û serokê berê ya xwecihiya Kornîş ya bi ser ENKSê ve , û her du endamên komîteya herêmî M, ” Mihemed Salih ” û M, “Berzan Hisên ” rojnamevanê kurd ….

 

Û herwiha tê zanîn ku ev ne cara yekem kesayetên siyasî û rojnamevan û çalakvanên kurd li Kurdistana Sûriyê ku kiryarên xirab ji kuştin û revandin û îşkencekirinê ku li der heqê wan têne kirin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published.