المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Diyaloka Kurdî – Kurdî navnîşana Semînarek li Girkê Legê ji hêla Partiya Yekîtî hat li darxistin …

0 75

Partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya, roja Yekşemê” 25″ ê, cotmeha “2020 ” an, li ofîsa Partî ya li bajarê Girgê Legê, semînarek diyalokî Navnîşana ” Diyaloka Kurdî_ kurdî ” li darxist, û herwiha ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetên siyasî û rewşenbîrî.

Û herwiha di derbarî naveroka vê rûniştinê Birêz “Dara Muslet ” endamê komîta Şaxî ya partiya Yekîtî Dîmoqiratî _ Kurdistanî, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Ku ev rûniştin li ofîsa Partî ya li bajarê Girgê Legê hat li darxistin û ji aliyê endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî M,” Sebah Hemdo” ve ev semînar bi rêve çû.
Û herwiha ji rexekî dî ve gelek mijarên sereke û pir giring derbarî li hevkirinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de Encûmena Niştîmanî ENKS ê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî derbarî gihiştina armanc û nerînên siyasî hevbeş ji herdû aliyan ve li ser yêkrêzî û yekhelwesta kurdî ku di keve di ber berjewendî û xizmeta mafê gelê kurd li kurdistana Sûriyê de di vê semînerê de hatin behis kirin .

Û herwiha Birêz “Dara Muslet ” berdewam kir ku nerîn û pirs û goftûgo bi awayekî berfireh ji aliyê beşdaran ve hate kirin .

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.