المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : OFÎSA JINÊ YA ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ YA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 65

Diho di roja yekşemê 25.10.2020,an de,ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hemû endaman û seroka ofîsa Jinê  mamosta Wezna Osê herwiha bi beşdarbûna serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmele û cîgerê wî mamoste Idrîs Şêx Xelef lidarxistin.

 

Di derbarê naveroka civatê de,mamosta Wezna Osê seroka ofîsa Jinê ya encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata me ya ofîsa Jinê ya asayî bû û bi beşdarbûna serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê mamoste Eşref Elmele û cîgerê wî mamoste Idrîs Şêx Xelef hat li darxistin”.

Herwiha Osê got:

” Civatê rewşa rêxistinî ya ofîsa Jinê gengeşe kir,û hat tekezkirin bi çi awayî ofîsa jinê pêşkeve û karê wê fire bibe û çalak bibe di derbarê jinê ya bajarê û gundewarê wê, û peywendî bi hemû jinan û hawildana wan li ser karê siyasî bibe,û em dikarin bêjin di vê civatê de du endamên nû tevlî ofîsa jinê bûn û ev jî cihê şanaziyê ye”.

Herwiha serokê ofîsa jinê got:

” Civat li ser rewşa siyasî jî,rawestiya hemû bûyerên herî dawî yên siyasî di derbarê rewşa herêmê de bi awayekî giştî gengeşe kirin.

Her wiha civatê tekez kir li ser têgihiştinên yên di navbera ENKSê û PYNK de,ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî ya ku xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriye bike,û bi awayekî Zelalmendî civatê lêvegera kurdî ya bilind gengeşe kir û tekezî kirin li ser piştgirtiya van danûsitendinan ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Feta

Leave A Reply

Your email address will not be published.