المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ:SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR.

0 130

 

Di roja çarşemê“15ê”Êlûna” 2021ê” de, encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewam Ciwan Elqutina semînarek siyasî û cemawerî li pêşiya ofîsa xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê lidarxist, û ev yek M, “Silêman Oso“, endamê desteya seroketiya ENKSê wê bi rê ve bir , û bi hazirbûna hejmarek ji welatiyan, û endamên xwecihiyê û herwiha Partiyên Siyasî û rêxistinên sivîl.

 

Di destpêkê de xulek bêdeng hat rawestandin li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Barzaniyê nemir û piştre cîgirê serokê xwecihiya Dirbêsiyê M. Elî Fetah bi xêr hatina beşdaran û endamê destaya serokatiya ENKSê, mamoste Silêman Oso kir.

 

 

 

Herwiha di derbarê naveroka vê semînarê de M,”Silêman Oso” :Axivî li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser qada Kurdî, û herwiha axivî li ser siyaseta ENKSê li hindir û jiderve,di derbarê bi destxistin û rapirsîna mafê gelê kurd yê rewa li Kurdistana Sûriya.

 

Herwiha Oso kiryarên xerab ên vê dawiyê ku di derheqê xwecîhîya Dirbêsiyê û nivîsên çewt û îxanetê derheqê ENKSê û alîgirên bi ser wê ve û PDKê ya bira şermezar kir.Û di derbarê wê de tekez kir ku ev kiryarên xerab ticarî ENKSê ranawestîne li ser kar û xebata wê ya piroja netewî.

 

Ji aliyekî din ve Oso tekez kir li ser pabendî bûna ENKSê ji bo serkeftina danûstandinên Kurd/ Kurd ku ev gav xebateke Îstratîcî û sereke ye ji ENKSê re, tevî astengiyên ku aliyê din derdixîne holê.Û di derbarê wê de,axivî Li ser vexwendina aliyê amerîkî,ji bo hevdîtina Serokatiya ENKSê bi alîkarê wezîrê derve yê Amerîka birêz Ciwî Hod û berpirsên dosyeya Sûriyê re .

 

Herwiha Oso bi awayekî berfire kar û xebata ENKSê bi zelalmendî nirxand.Û rawestiya li ser zahmetî û astengiyên jiyanê yê ku gelê me têde derbas dibe.

Û ji aliyekî din ve,rawestiya li ser rewşa herêmên kurdî (Efrîn,Serê Kaniyê û Girê Sipî) û da xuyakirin li ser piştgiriya ENKSê ji bo vegerandina xelkê Efrînê li ser mal û milkên wan û diyar kir ku û ev ne tê wateya ku ev herêma Efrînê aram e.Ji ber ku vegerandin û mana xelkê li ser xaka xwe serkefine.

 

Herwiha Oso rawestiya li ser kongirê ENKSê yê bê lidarxistin.

 

 

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran bi pirsên xwe semînar dewlemend kirin, û ji aliyê M, “Silêman Oso” endamê desteya serokatiya ENKSê ve, bersivdana wan bi awayekî zelalmendî hate kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.