المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EDNAN BOZAN: LI KOBANÊ ÇEKDARÊN BI SER PYDÊ VE BI AWAYEKÎ HOVANE ÊRÎŞÎ XWEPÊŞANDERAN KIRIN.

0 107

wek tê zanîn di roja çarşemê 15ê Rezbera 2021ê de, li bajarê Kobanê xwepêşandanek protestoyê de li dijî siyasetên PYDê di warê perwerdeyê de.

Di derbarê vê yekê de, M. Ednan Bozan endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ku ew jî hatibû girtin ji aliyê çekdarên PYD’ê ve di dema beşdarbûna wî di xwepêşandanê de û vê êvarê bi serbestî hat berdan ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn li bajarê Kobanê bi hezaran xwendekarên rêfê nehan û bakeloriyayê hene û sîstema perwerdê ya Sûriyê dixwînin ji ber ku pênasî bi vê xwendinê heye.

Lê mixabin ev nêzî 20 rojan bûye rêveberiya bi ser PYDê ve hemû mamosteyên ku ev xwendekaran perwerde dikirin bi awayekî ne fermî bi riya dewreyan(Xuleyan) yên taybet li malan ew perwerde dikirin, qedexekirin, û ji bo ku rê nedin dersên taybet ên ji rêbaza Sûrî re werin dayin, ji hemû mamosteyan rêza sozê girtin ta ku bes dersên taybet bidin”.

Herwiha Bozan got jî:

“Ji ber vê yekê, li ser daxwaza van xwendekaran û malbatên wan di roja çarşemê 15ê Rezbera 2021ê de xwepêşandaneke aştiyane lidarxistin û têde daxwaza mafên xwe kirin di derbarê berdewamiya wan li ser xwendina wan ya sîstema Sûrî ya ku pênasî pê heye û ez bi xwe di nav xwepêşandanê de bûm”.

Herwiha Bozan got:

“Lê mixabin çekdarên bi ser PYDê ve, bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan kirin û di destpêkê de, min binçav kirin û piştre zêdeyî 20 xwendekaran girtin û gotinên nebaş ji wan re gotin û ew tirsandin û gef li wan dan hege ku hûn berdewam bin li ser xwendina sîstema Sûrî em dê we têxin zindanê”.

Herwiha Bozan got:

“Lê bersivdana xwendekaran û daxwazên wan eşkere bûn, berdewamiya wan li ser xwendina wan û ji çekdarên PYDê re digotin çima zariyên berpirsên di rêveberiya we de li Şam û Helebê sîstema xwendina Sûrî dixwînin û ev tê wateya ku hûn pênasiyê bi rêbaza perwerda xwe nakin û em xizan û belenkaz in em nikarin biçin Şam û Helebê û di vê em li vêderê xwendina temam bikin “.

Herwiha Bozan di dawiya axaftina xwe de, got û anî ziman:
” Ez zêdeyî 3ê katijmêran li cem wan mam û pişter min serbest berdan, û ev kiryarên PYDê yên xerab rê li ber koçberiyê vedikin ta ku herêmê ji xelkên wê yê resen vala bikin”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.