Home / Breaking news / Pêşengeha tabloyan li Qamişlo hate vekirin

Pêşengeha tabloyan li Qamişlo hate vekirin

Bi vexwendineke giştî ji rêxistina Qamişlo ya Partiya Yekîtî Demoqiratî Kurdistanî îro roja dûşemê 13ê Rezbera 2021an, pêşingeheke Tabloyan ya hunermend ” Mûsa Mecîd Mûsa” hate vekirin li ofîsa PYDK li Qamişlo…..

 

Û herwiha ev yek bi amadebûna M” Fesla Yûsif ” sekirtêra partiya Yekîtî Demokratî Kurdistanî , û bi hazirbûna endam û alîgirên partî û kesayet û hezkiriyên karê hunerê û rêxistinên sivîl…

 

Û her di derbarê vê babatê de kesayetên beşdar kêfxweşiya xwe diyarkirin li ser vê gava pîroz û serkeftî bi taybet ji aliyê hunerê ve , wek vekirina vê pêşingehê pir giring û pêwîst e nexasim di vê qonaxa hestiyar de ku miletê me li kurdistana Sûriya têde derbas dibe..

 

Û her hêviya serkeftin û pêşketinê ji M” Mûsa Mecîd Mûsa ” re xwestin li ser hunera wî ya pîroz….

 

Û hêjaya were gotin ku ev pêşingeha tabloyan wê di dema ” Sê” rojan de berdewam be …

 

 

Ragihandina ENKS

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.