المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA : ENCÛMENA GUNDÊ KEVRÊ DENA YA BI SER ŞAXÊ ÇILAXA VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 69

Di roja înê 22.1.2021an de,encûmena gundê Kevrê Dena ya bi ser şaxê Çilaxa ve,ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya Çilaxa ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxistin.

piştî rawestina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir,mijarên giring hatin gengeşekirin.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûyan ji  civatan re  û li ser darxistina çalakiyan û semînaran ji encûmenên gundan re,û pêwistiya pêxistina hemû komîtên gund her yek bi rola xwe rabe.

 

Herwiha hemû bûyerên siyasî yên nû hatin gengeşe kirin û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha civatê li ser ragihandina serokê şanda PYNKê rawestiya,û tekez kirin ku ne ji mafê ti kesî û ti aliye, ku dirêjahî û dev avêtinê bavêjin pîrozbahiyên kurdan.

Ji ber Pêşmerge berê û anha jî rûmeta kurd û Kurdistanê diparêzin ,

Ji ber ku giranbiha û canên xwe dane di ber berevaniya Kurdistanê de,li himber dijminên kurdan.

Herwiha civatê, li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de derbas dibe.

Wek tê zanîn encûmena gundê Kevrê Dena, bi ser şaxê Çilaxa ve ye,ya ku bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve, ya Çilaxa ye ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.