المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : WELATIYÊ KURD YÊ HATIBÛ REVANDIN JI ALIYÊ HÊZÊN ÇEKDAR VE , SERBEST HAT BERDAN..

0 87

 

Wek tê zanîn ku di roja pêncşemê 10 Êlûna 2020an  katijmêr 4 û nîv ,hêzên Çekdar yên bi ser PYDê ve,li gundê Xenamiyê,bi ser mala welatiyê Kurd yê bi navê (Silêman Mîzer Isa) girtibûn û wî revandibûn .

Herwiha pîştî 10 rojan katijmêr 1 û nîvê şevê di roja Yekşemê 20.9.2020an de,serbest hat berdan.

Di derbarê vê yekê de,birayê wî Si’ûd Mîzer Isa yê ku ew jî berî niha hatibû girtin ji aliyê PYDê ve ,

Ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de,ez bi navê malbata xwe spasiya hemû aliyên ku alîkariya me kirin ji bo serbest berdana birayê min Silêman û bi taybet aliyên ragihandinê yên rojan e rewşa birayê min dişopandin”.

Herwiha Isa got jî:

“Piştî 10 rojan birayê min serbest hat berdan bê ku em nasbikin çima wî birin û piştî 10 rojan wî berdan,

lê ez dikarim bêjim ev dema ku em tê de dijîn demek hestiyar e û bi taybet di vê dema danûsitendinên yên ku tên kirîn dinavbera ENKSê û PYNKê de ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî,

û berdewamiya vê şêweya binçavkirina welatiyên Kurd ev dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê ,

Em bi hêvî ne ku ev karên ne rewa werin bidawîkirin “.

Wek tê zanîn Silêman Mîzer Isa sala 1975 jidayikbûye , û birayê wî Si’ûd Mîzer Isa berê hatibû girtin ji aliyê PYDê ve,û serbest hatibû berdan piştî destpêşxiriya fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê ji bo yek helwesta Kurdî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.