المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Agahname ji komîta navendî ya partiya pêşenga Kurdistan – Sûriyê ..

0 343

Duh roja 19.9.2020 civîna komîta navendî hat li darxistin. Civînê bi deqeke bêdengî li ser ruhê şehîdên kurdistanê û canê têkoşer Hilal Xalaf Botanî ku di 18 mehêde çûbû ser dilovaniya xwedê, dest bi karê xwe kir.
Covid-19 mijara yekem bû, ku bandora xwe li hemû aliyên jiyanê kiriye, di navde jî karûbarên siyasî. Hate diyarkirin jibo ku ewlehiya gelê me were parastin, divê rênmayên (talîmatên) tenduristiyê bêne girtin.
Civînê bi giringîyeke mezin rola ENKSÊ nirxand, pêvajoya danûstandinên di navbera Enekesê û PYN de hate nîqaşkirin. Tekez hate kirin, ku bi zûtirîn kat weke pêwestiyeke dîrokî, rêkevtin bê imzekirin li ser bingeha hevkariya rastîn di warên siyasî, darayî û leşkerî de. Ji ber ku serkevtina vê rêkevtinê, tenha rêgeye bo paristina mafê gelê Kurd di vê qûnaxa pir aloz û sext de.
Di vî warî de, civînê rola Amerîka û hatina Cîms Cîfrî bo Qamişlo bilind nirxand, bang li serkirdayetiya Amerîka hate kirin ku bi rola xweyî mirovî û dîrokî rabe, palpişt û navbeynkariya navbera partiyên ENEKSÊ û PYN de, bibandor bilîze, navçên kurdî biparêze û alîkarbe bo avekirina herêmeke fedral di çarçeva sûryeke dîmokrat de.
Komîta navendî partiya Pêşeng çalakyên ENKSÊ ber çav girt, nemaze avekirina bera aşitî û azadî be hengaveke stratîgîk li qelem xist.
Ji alîkî dive, civînê bi kûrahî siyaseta Rûsya gotûbêj kir, amaje hate kirin, li ser serdana wezîrê derve û şanda pêre bû Şam, li gorî dîtin û daxuyaniyên wezareta derve, meylek Mosko heye ku pirsgirêka sûriyê bi aşityane were çareserkirin û fişarê dixe ser rêjîma sûriyê ku xwe bigure, ne dûre, ku Mosko bi niyaze, rolekê bilîze di nêzîkbûna tevgera kurdî û rêjîmê de.
Civînê eşkere kir, ku nûnerên hikûmetê li Cinêv bi hişkî danûstandinê bi rêkeberiyêre dikin, dijitya xwe diyardikin beramber danîna destûreke nûde, siyaseta hikûmetê şermezarkir.
Bi firehî polîtîka sîstematîk û binpêkirinên komên terorîst ên girêdayî tirkiyê li Efrîn, Girê spî û Serêkanyê hatin nîqaşkirin, û kiryarên hovane bi tundî hatin şermezarkirin, û civînê ji koalîsyona niştimanî xwest bi zûtirîn kat wan koman ji deverên kurdî vekişîne û xelkên cî yên kurdên resen vegerînin cihûwar, milk û malên wan.
herweha, civînê tekez kir ku kurd netewa didwane li Sûriyê, û siyaseta hevpeymaniya niştimanî rexin kir, û dît ku mafên gelê kurd pişt guhdike, ji peywirên xwe dûr dikeve û hewl dide ku pirsgirêka kurd di sûriyê de di çarçoveya polîtîka hemwelatbûn û entegrasyonê çareser bike, ji hevpeymaniyê xwest pabendbin bi peymana ku bi ENKSÊ re imzekiribûn.
Civînê tîşk xist ser rewşa siyasî li perçên dinî Kurdistanê û siyaseta firehxwazî ya dewleta Îran û Tirkiyê şermezar kir , ew siyaseta ku dijî berjewendiyên hemû miletin Rojhelata navrastin, di nav de jî miletên Ereb û Tirk û Faris.
Pêvajoya peywendiyên Îmarat û Behrin bi Israîl re, be giring hate nirxandin, wekî gavek ber bi guhertina hevsengiya hêzê li herêmê, destxistina aşitiyê û kêmkirina rola komên tundrew û rêjîmên dîktator yên ku bazirganiyê bi doza Felestîn dikin, bo paristina berjewendiyên xweyên taybet.
Di dawîde, rewşa rêxistinî ya partiyê û çend mijarin din hate guftûgokirin.

Komîta navendî ya partiya pêşenga kurdistan-Sûriyê (PPK-S)
19.9.2020

Leave A Reply

Your email address will not be published.