Home / Çalakî / ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYE SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR YA BI SER ENKSÊ VE.

ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYE SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR YA BI SER ENKSÊ VE.

Di roja çarşemê 23.9.2020an de,şandek ji partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê kir ya bi ser ENKSê ve.

Herwiha şanda PYK-S hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiya bajarê Amûdê birêz Elî Begarî û hin endamên xwecihiyê .

Herwiha di derbarê vê yekê de,mamoste Berzan Şêxmûs endamê komîta navendî ya PYK-S ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de em ji endamê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,pîrozbahî dikin li ser vekirina ofîsa wan ji nû ve.

Û em bi hêvî ne ku wê destpêka qonaxeke nû be ji jiyana siyasî re,li herêmên kurdî”.

Herwiha Şêxmûs got:

“ENKSê ji destpêka damezirandina xwe ve ,kar û xebata wê balkêş e di nava Sûriya de,Û va danûsitendinan bi PYNKê re dike  ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî û ya ku em bi hêvîne bi serkeve ji bo xizmeta dosaya gelê Kurd û cîbicîkirina  mafê gelê Kurd di Sûriya siberojê  de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.