المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji Koronayê li Herêma Kurdistanê û Sûrîyeyê..

0 83

Îro roja înê “10” ê, tîrmehê de, wezareta saxlemiyê ya Herêma kurdistanê ragihand ku” 211 “kes bi veyrosa koronayê ketine, û ji wan” 139″ başbûne, û herwiha “11 “kesan canê xwe ji dest dana.

 

Û herwiha amaje bi wê yekê hat kirin ku “70 “kes ji pêketiyên bi koronayê li Hewlêrê ne, û herwiha” 71″ kes ji Silêmaniyê , û “47” li Germiyanê, “10” kes li Dihokê, û herwiha “13” ji Helebçeyê ne.

 

Û herwiha li gorî wezareta tenduristî ya Herêma kurdistanê di daxuyaniya belav kir ku ji destpêka belavbûna koronayê heta niha “400” nûjdar û karmendên tenduristî li seranserî kurdistanê tûşî koronayê bûne û ji wan” 4 ” Jiyana xwe ji dest dana.

 

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hejmara pêketiyan nû bi nexweşiya koronayê li Sûriyê îro roja înê “10” ê tîrmehê gihiştiya” 22 ” kesan,

 

Û bi vî awayî hejmara amarên dawî ta niha hatî tomarkirin gihiştiya” 394 ” kes, ji wan “16” ji vê nexweşiyê canê xwe ji dest dana.

 

Û herwiha li gorî agahiyên amarên dawî yên zanîngeha “Johns Hopkinsê” hatî destnîşankirin ku “12,043,080,” kes li seranserî cîhanê bi veyrûsa koronayê ketine û hijmara herî zêde ji pêketiyan li Emerîkayê hatiye tomarkirin.

 

 

Û hêjaya were gotin ku vayrosa Korona li bajarê Wûhan ê Cînê bo cara yekem derket û piştre li tevahiya welatên cîhanê hate belavkirin û heya niha ku tu derman ji vê Veyrosê re nehatiya dîtin ji vê yekê pêwîste welatî xwe biparêzên û pabendî rênimayên tenduristî bibin ..

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.