المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: OFÎSA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE Û OFÎSA PDK-SÊ HATIN ÊRÎŞKIRIN.

0 78

 

Navenda encumena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewam Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve li bajarê Dirbêsiyê, Di roja Yekşemê 5.9.2021ê de, katijmêr nêzîkê 3ê şeveqê hatiye êrîşkirin bi bombeyeke deng ji aliyê nenasan ve, û pir ziyanî madî gihiştiye navendê, herwiha ofîsa PDK-Sê jî ya bajarê Dirbêsiyê hawildanên êrîşkirinê li ser wê bi awayekî dinê hatine kirin.

 

Di derbarê vê bûyerê de, serokê Xwecihiyê M.Umer Emo ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

 

“Ev ne cara yekê ye, ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve bi vî awayî tên êrîşkirin, li gorî agahiyên di nav destê me de, ofîsa xwecihiya me nêzîkî katijmêr 3ê şeveqê kilîta ofîsê şikenandine û bombeyek deng avêtine hindirê wê û ziyanî mezin çêkiriye û ofîs tevde ji hevxistine”.

 

Herwiha Emo got jî:

 

“Bi rastî em tevde dizanin yên van karan dikin kes in lawazin û tirsonek in armanc jê rawestandina danûstandinên kurdî yên di navber ENKS û PYNKê de, û ne aramiyê têxin herêmê û metirsiyê di nav xelkê de belav bikin”

 

Herwiha Emo got jî:

 

“Em tevde dizanin ku miletê me van danûstandinan bi awayekî berpirsiyarî dişopînin, û em jî wek xwecihiyê helwesta ENKSê diyar dikin ku ev karên xerab tiçarî me ji karê me û piroja me ya netewî ranawestîne û em ê berdewam bin li ser serkefina yekhelwesta kurdî ya ku kar li ser dibe ji bo serkeftina diyaloga kurdî di navbera ENKSê Û PYNKê de, ji ber ku ev yek ji istiratîjiya sereke ye ya ENKSê”.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.