المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTAYA SEROKATIYA ENKSÊ HEVDÎTINEK BI HEJMAREK REWŞENBÎR Û SIYASETMEDARÊN KURD YÊN LI WELATÊN EWROPAYÊ  DIRÛNIN LI DAR XIS

0 71

Nûneriya Ewropayê ya ENKSê civînek siyasî ya virtual saz kir û tê de nûnerê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi komek rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên neteweyî yên ku bi karûbarên siyasî re eleqedar in ku li Birîtaniya, Siwîd, Danîmarik, Firinsa, Nerwêc û Holenda roja Şemiyê 5/9/ 2021ê,  bi riya yek ji rûpelên tora civakî civiyan .

 

Di vê civînê de Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd, xanim Fesla Yûsif , û hejmarek endamên nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd û serokê wê M.Ebdulkerîm Hacî amade bûn.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, mamoste Mihemed Emîn Umer nûnerê Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî di nûnertiya ENKSê ya Ewropayê de, û serokê komîteya amedekar ya van hevdîtinan, ji malpera me ya ENKSê re bi riya telefonê ragihand û anî ziman: ku

“Hevdîtin piştî bixêrhatina nûnerê Desteya Serokatiya ENKSê û hemû beşdaran dest pê kir ku ji bo giyanê şehîdên şoreşa Sûriyê û Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Dûvre jî M.Fesla Yûsif re derfet hate dayîn ku li ser xalên jêrîn gelek mijarên ku li meydana Sûrî û Kurdî rûdidin binirxîne.

Herwiha Umer got jî:”Xal û mijarên ku M.Fesla Yûsif li ser rawestiya ev in

-Rêyên çareseriyê li Sûriyê têne girtin di encama piştgiriya bêsînor a Rûsya û Iranê ji rejîma dîktator re û ferzkirina tedbîrên bêtir keyfî yên wek bombebarankirin û koçkirina hemwelatiyên bêguneh ên ku dijberî wê ne

-Diyalogên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, û hawildana ENKSê li ser serkeftina yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de.

-Berdewamiya rêveberiya PYDê ji revandin û girtina endam û alîgirên ENKSê re.

 

-Vegera balyozê Amerîkî û hevdîtina wî bi ENKSê re.

-Daxuyaniyên serkirdeyên PYDê li dijî ENKSê.

-Berdewamiya talankirin û binpêkirinên curbicur li dijî gelê me li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, û pêwîstiya vegera koçber û derbederkirî bo warên xwe.

Herwiha Umer got jî:

 

“Dûvre rê ji diyalog û guftûgoyê li ser mijarên herî girîng û pêşkeftinên siyasî yên di qada kurdî de hate vekirin, ji aliyê yên ku beşdarî vê civînê bûn, û ev civîn zêdeyî sê demjimêran berdewam kir”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.