المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtiya Demokrata Kurdistanê nivîskarê kurd “Konê Reş” xelat kir..

0 109

Partiya Yekîtîya  Demokrata Kurdistanê , îro roja şemiyê 4ê Êlûna 2021an, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo xelateke rêzgirtinê pêşkêşî Nivîskarê kurd ” Konê Reş” kirin …

 

Û ev yek bi beşdarbûna endam û alîgirê partî û kesayetên nivîskar û rewşenbîr …

 

Û piştre  sekirtêra partiyê Fesla Yûsif gotinek derbarî vê xelatê de anî ziman li ser kar û xebata nivîskarê kurd ” Konê Reş” di wêjaya kurdî de û berdewamiya pirojeya karê wî di ber xizmeta miletê kurd de û belav kirina hişmendî û çanda kurdî di nava milet de….

 

Û herwiha nivîskar ” Konê Reş” gotinek derbarî vê xelatê de pêşkêş kir û têde spasiyeke germ arasteyî partiyê û karê wê kir li ser vê diyariyê û hêviya serkeftin û pêşketina xebata partiya yekîtiyê ku dikeve di ber xizmeta gelê kurd de taybet di vê qonaxa hestiyar de ….

 

Û her di dawiyê de nivîskar ” Konê Reş” du pirtûkêm xwe yên nû hatine çapkirin wek diyarî pêşkêşî M ” Fesla Yûsif ” kir…

 

 

Ragihandina ENKS

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.