المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : OFÎSA JINÊ YA ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJÊRÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 85

Îro di roja yekşemê 22.11.2020,an de,ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna seroka ofîsa Jinê  mamosta Wezne Osê, herwiha bi beşdarbûna serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef û cîgerê wî mamoste Eşref El-mella hat lidarxistin.

 

Di derbarê naveroka civatê de,mamosta Wezne Osê seroka ofîsa Jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata me ya ofîsa Jinê ya asayî bû û bi beşdarbûna serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê mamoste Idrîs Şêx Xelef û cîgerê wî mamoste Eşref El-mella hat li darxistin”.

Herwiha Osê got:

” Civatê rewşa rêxistinî ya ofîsa Jinê gengeşe kir,û hat tekezkirin bi çi awayî ofîsa jinê pêşbikeve û karê wê fireh bibe û çalak bibe di derbarê jinê ya bajarê û gundewarê wê, û peywendî bi hemû jinan û hawildana wan li ser karê siyasî bibe”.

Herwiha serokê ofîsa jinê got:

” Serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef û cîgerê wî li ser rewşa siyasî jî,rawestiyan ,  hemû bûyerên herî dawî yên siyasî di derbarê rewşa herêmê de bi awayekî giştî gengeşe kirin.

Her wiha civatê tekez kir li ser têgihiştinên yên di navbera ENKSê û PYNK de,ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî ya ku xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriye bike,û bi awayekî Zelalmendî civatê lêvegera kurdî ya bilind gengeşe kir û tekezî kirin li ser piştgirtiya van danûsitendinan ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ye”.

Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.