المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 72

 

Bi vînek xurt û bihêz  Îro di roja Yekşemê 22.11.2020an de, encûmena xwecihî ya bajarê Serê kaniyê li ofîsa PDKSê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist.

Di derbarê naveroka civatê de,serokê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê mamoste Îsa Hac Taha yê ku nih di civatê de, hat hilbijartin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Me wek xwecihiya bajarê Serê Kaniyê îro di roja Yekşemê 22.11.2020an de li ofîsa PDKSê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist .

Di destpêkê de Xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan û piştre mijarên giring me gengeşe kir.

Herwiha civatê rewşa rêxistinî ya xwecihiyê baş gengeşe kirin û tekez kirin li ser pêşketin û ferehbûna karê xwecihiyê û ofîsa serokatiya xwecihiyê yek nû hat hilbijartin sekinandin li ser pêwistiyên xelkên Serê Kaniyê”.

Herwiha mamoste Îsa Hac Taha got:

“Civatê bangewezî kir li hemû rêxistinên mirovahî û xêrxwaziyê ku alîkariya penaberên(Efrînê,Serê kaniyê û Girê Spî) bikin ji hemû aliyên jiyanê.

Ji ber ku rewş pir zehmet bûye piştî bilindbûna nirxê dolar li hember lêreya Sûrî,û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê, ta karibin jiyana xwe berdewam bikin”.

Herwiha Serokê xwecihiyê Hac Taha got:

” Civatê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bigiştî û bi taybet li ser rewşa Kurdistanê,

Herwiha civat rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya, Û beşdaran tekez kirin li ser berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wê ji bo xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriya di demek zû de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.