المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nerîna Mamoste Hiyam Ebd- Elrehman derbarê Xebatkar Behzad Dorsin di bîranîna 8emîn ser Revandina wî..

0 64

Di roja yekşema bûrî de “8” emîn, salvegera revandina endamê ofîsa Siyasî ya PDK-S, Xebatkar “Behzad Dorsin” ve derbas dibe, ku di roja “24/10/2012 ” an de, li devera Dêrikê hate revandin.

Û herwiha tê zanîn ku xebatkarê kurd “Behzad Dorsin ” di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji daiykbûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî kurdî û refên Partî bû û Dorsin herdem ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera kurdî û mafên rewa yên gelê kurd de di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû.

Û herwiha di derbarî mijara revandina xebatkar “Behzad Dorsin ” endama komîta navendî ya PDK-S,M,”Hiyam Mihemed “ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

 

Û herwiha hin zaniyarî li ser dîrok û xebata Behzad Dorsin :

Di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji daiykbûya û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li bajarê Dêrikê bi dawî kir,

û herwiha di sala “1980” an de, tevlî Partî bû, û piştre di rêxistina xwendekar li bajarê Hesekê de xebitî.

Û herwiha Behzad Dorsin di kongirê” 10″ emîn de a Partî ku di Gulana “2007” an de, hat li darxistin û têde hate hilbijartin weku endamê komîta navendî yê PDK-S.

Û ji bo kar û xebata “Dorsin” ya neteweyî û niştîmanî hate hilbijartin ji bo endamê ofîsa Siyasî ya Partî.
Û di “26/10/2011″Xebatkar “Dorsin ” weku nûnerê Partî beşdarî konferansa Encûmena niştîmanî ya kurdî bû.

Û di derbarî kar û xebata” Dorsin ” gelek helwestên Partî yên rêxistinî wergirtin, û berpirsên mecilsa Herêmî ya Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt.

Û xebatkar” Behzad Dorsin ” bi niştîmanperweriya xwe di nav gelê kurd de di hat naskirin, û ji ber karê wî yê neteweyî di “24/10/2012”, hate revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.