المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 69emîn li ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan

0 95

MÎR CELADET BEDIRXAN

 

Endazyarê rêzmanê kurmancî, Ronakbîr û rewşenbîrê kurd , Mîr Celadet Bedirxan ji malbata Bedirxaniyan e, ku malbateke bi nav û deng û kurdperwer e, doza yekbûn û tekoşîn û azadî û serxwebûna kurdistanê dikir û xwedan xebateke berz û bi nirx bû di nav kurdan de . Piştî serhildana BEDIRXAN beg ( 1842 _1847), li hemberî zordestiya dewleta Osmanî, desthilatdariya Osmanî Bedirxan ji kurdistanê dûr xistin û ew li deverin turkiyê yên Cuda Cuda belav kirin.

 

Bavê Celadet (Amîn Alî), kurê Bedirxan yê mezin bû, ji ber Kar û xebata wî ya netewî desthilatdariya Osmanî ew ji cihekî vediguhestin cihekî din. Û di nava rewşeke wiha de, Celadet di 26,6,1893 an de , li Istenbolê ji dayîk dibe xwendina xwe ya seretayî û ya navendî li wir bi dawî dike. Di temenê 18 _19 saliya xwe de Celadet beşdarî cenga cîhanî ya yekem (1914 _1918), dibe, û tevlî şerê Qefqasyayê jî dibe.

 

Di Sala 1917 an de, di gel birayê xwe “Kamîran”, pirtûkek çêkirin . Di navbera salên 1918 û 1919 an de Celadet û birayê wî û çend rewşenbîr û çalakvanên kurd digel siyasetmedarê Inglîzî (Mêcer Îdward Noêl) ji bo amadekariyên peymana sîverê, û di gerê de Celadet gelek zargotinên kurdî mîna ( çîrok, serpêhatî, stran, pend), dide hev, dema ku van zargotina di gel siyasetmedar û lêkolînerê Inglîzî dixîne, hizira danîna Elfebeya kurdî tê serê wî û bi dest danîna wê dike.

 

û herwiha piştre Celadet û birayê xwe Kamîran jî derdikevin Alemanyayê, û li wir li zanîngeha Miyunxê Mafnasiyê dixwîne. Û herwiha Celadet giringiyeke baş de li ser rola zimanê kurdî û bi dest danîna bingeha rêzmanê kurdî kir.

 

 

Û di sala1929 an de, wek parêzvan li Beyrûtê Kar dike, di heman demên de jî dest bi nivîsandina bîranînên xwe dike. Di çarçoveya vê xebatê de, di 15 gulanê, 1932 an de, hejmara yekê ji kovara ( HAWAR), derdixîne û di vê kovarê de Elfebeya kurdî û rêzmana kurdî tê weşandin. Herwiha naveroka vê kovarê pir zangîn bû ku kesên tê de dinvîsandin rewşenbîrê kurd bûn mîna (Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman sebrî, Qedrî can, Celadet Bedirxan …hwd),û Celadet bi heşt zimana dizanî bû bi axivî ( Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Almanî, Ferensî, Ingilîzî, Yûnanî). Di 1kê nîsanê de, Sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan kovara Ronahî jî derdixîne, ew jî kovareke mehane bû, û 28 hejmar jê derketin, û di Sala 1937 an de, bi alîkariya Celadet Bedirxan Nadiya Ciwanên kurd li Amûdê hate damezirandin. Herwiha Celadet Bedirxan ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî û herwiha ji bo debara jiyana xwe Celadet hin Kar li şamê kirin, wekî mamoste dersên zimanê Ferensî li dibistanê dane û herwiha parêzer jî Kar kiriya , lê mixabin di bîra qederê de jiyana xwe ji dest dide. Û di 15 ê tîrmeha Sala 1951 ê de Mîrê zimanê kurdî Celadet Bedirxan koça dawî dike, û li goristana Şêx Xalid Neqşebendî li taxa kurdan li şamê hat bin ax kirin..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê.

Amadekirin : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.