المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: ROJA ALA KURDISTANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ HAT VEJANDIN.

0 62

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve îro di roja Îniyê 17.12.2021ê de, bi amadebûna girseyeke mezin roja Ala Kurdistanî li baregeha encûmena xwecihî vejand.

 

Herwiha hemû aliyên siyasî û kesayetiyên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî ku M. Îdrîs Hac Yûnis ve,  bi xêrhatina wan kir, û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê deqeyek bêdeng rawestiyan.

 

Û piştre Ala Kurdistanê li ser avahiya xwecihiyê bi sirûda Kurdî Ey Reqîb ji aliyê M. Bêrîvan Ismaîl ve hat bilindkirin.

 

Piştre birêz Mihemed Omer Şêxmûs axaftina encûmena xwecihî kir û tekez kir ku Ala Kurdî sembola nasname û hebûna Kurda ne.

 

Her wiha behsa wê yekê jî kir ku Kurd di dîroka xwe ya kevnar û nûjen de û bi avakirina Îmarat û dezgehên îdarî pişta xwe bi Ala û alayên ku wan bi reng û sembolên taybet ji hev vediqetînin kirine.

 

Wî her wiha got, ku hemû welat girêdayî bilindkirina Ala û alayên ku wan bi sembol û rengên bawerî, dîrok û prensîbên welatên din ji hev vediqetînin, amaje bi giringiya rengên ku wan dikin bi wate nîşan da.

 

Di dawiyê de, wî got ku hemû hêvî û armanca me ew e ku di demek nêzîk de Ala Kurdistanê li ser çiyayên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bilind bibe û koçberên wê vegerin herêmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyîn bi ser wê ve hatine dagirkirin.Û bi serkeftin û azadî û bi hêviyeke mezin ji bo serkeftina danûstandinên kurdî û pêkanîna mafên hemû pêkhateyên Sûriyê û mafên kurdan li gorî destûreke rewa û avakirina Sûriyeke piralî û demokratîk.

 

 

Herwiha Koma Serxwebûn a filiklorê Kurdî jî beşdarî şahiyê bû û tê de helbest hatin xwendin, dîlan hatin pêşkêşkirin û kurte şano hat pêşkêşkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.