المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: CIWANEKÎ KURD BI NAVÊ HELAC SÎNO BAWERNAMEYA MASTIRÊ DI RASTKIRINA DIRANAN Û ÇENEYAN DE PILEYA HERÎ BILIND BI DEST DIXE.

0 82

Ji bo cara yekê di dîroka zanîngeha Şamê de, piştî zêdetirî 100 salan ji damezrandina fakûlteya diranan, Dr.Hellac Îbrahîm Sîno ji bajarê Dirbêsiyê bawernameya masterê di beşê raskirina diranan û çeneyan de bi nirx û şanaz wergirt. nîşana 98.ji 100.

Dr.Helac li gundê Heremreş yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye.

Di dibistanên gundê Gir Kundê, Dirbêsiyê û Şamê de xwendiye.

Dr.Helac di sala 2010an de dest bi xwendina fakulteya diranan li zanîngeha Şamê kir. Wî di sala 2015an de fakulteya diranan bi pileya pir baş qedand.

Di sala 2016an de, dest bi xwendina masterê di warê ortodontîk û çeneyan de kir.

Di sala 2018an de, wî dest bi lêkolîna zanistî di warê destwerdanên neştergerî de, di çarçoweya ortodontîk û çeneyan de kir.

Helac di warê ortodontîk û çeneyên bi rûmet de, xwediyê bawernameya masterê ye, ku pileya herî bilind a akademîk e.

Di derbarê vê yekê de,Dr.Helac Sîno,ji Şamê paytexta Sûrî li ser riya telefonê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Bi rastî,ez pir kêfxweş im dema ku gelê min yê Kurd bi taybet rewşa min ji aliyê zanistî bi awayekî bilind dinirxînin û pîrozbahiya min dikin û dişopînin”.

Herwiha Sîno got jî:

“Daxwaza min ji her xwendekarên Kurd re heye li cîhanê,ku xwendina xwe astê herî bilind bi dest bixin,ji ber ku zanist wek deryayê ye dawî nayê.Ji ber vê divê her xwendekarek armanca wî berfirebûna zanistî be,ne li qonaxekê tenê bisekine,ta ku bibe xwediyê biryarê di aliyê zanistî de”.

 

Dr.Helac Sîno,di dawiya gotin xwe de,serkeftin ji hemû xwendekarên Cîhanê û bi taybet xwendekarên Kurd re xwest û spasiya nûçegehanê me kir.

Hêjaye gotinê,ku malbata Al Sîno,malbatek navdar in û li seranseî Kurdistana Sûrî tên nasîn.Ji ber ku pêşengin û têkoşer in ji hemû aliyan ve,

Wek Hemîd Sîno yek ji kesê navdar e,ji aliyê kar û xebata netewayî û kurdayetiyê de dihat nasîn û tê nasîn li seranserî her çar perçên Kurdistanê û bi taybet li Kurdistana Sûriya,kesayetekî her dem di bîr û baweriya gelê xwe yî kurd de ye.Û Sekretêrê Partî yê berê bû û pir salan temenê jiyana xwe di zindanên rêjîma Sûrî de,qedand.

 

Û ji aliyê qehreman bûnê de,xwedî pakrewan in û bi dehên Ciwanên malbata Sîno di nav refê pêşmerge de hene û di nav malbatê de jî,pir bawernameyên cûr bi cûr ên bilind hene.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.