المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE SEROKATIYA ENKSÊ BI NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ RE CIVIYA.

0 85

Di roja Sêşemê 21.6.2022an de, şandeke desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha şand pêkhatibû ji:

– M.Si’ûd Elmele Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

– M.Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê.

Û bi amadebûna Dr.Ebdelwehab Ahmed endamê Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê.

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hat pêşwazîkirin.

Herwiha di vê serdanê de,gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û li ser mîkanîzma pêşxistina Encûmena Niştimanî ya Kurdî û baştirkirina performansa wê hatin kirin.

Herwiha di hevdîtinê de,gotûbêj li ser belaya metirsîdar a koçberiyê û çawaniya kar ji bo rawestandina wê, ku bû sedema guhertinek cidî ya demografîk hat kirin.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.