المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEKRETÊRÊ PARTIYA WEKHEVÎ AY DÎMUQRATÎ YA KURD LI SÛRIYA SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.

0 62

Di roja duşemê 20.6.2022 birêz Nimet Dawid sekretêrê Partiya Wekhevî ya dîmuqratî ya Kurd li Sûriyê û endamê desteya serokatiya ENKSê serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê kir.Û ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha di vê serdanê de,behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî û çawaniya pêşxistina karê Encûmenê kirin, herwiha behsa dijberî û rola Encûmena Niştimanî di wê de û pêşxistina kar di hevbendiyê de kirin. .

Herwiha bi dirêjî behsa kêşeyên li pêşiya karê Encûmena Niştimanî û çawaniya pêşxistina karê eniya kurdî bi baştirîn şêwe hate kirin û tekezî li ser karê saziyan û nûjenkirina saziyên Encûmenê û rola wê ya bibandor hate kirin. û çawaniya bikaranîna şert û mercên guncaw û rola Encûmenê di warê niştimanî û navdewletî de ji bo bidestxistina daxwazên rewa yên kurdan bi rêya çareseriyên dawî ji rewşa Sûriyê re di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.