المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: BI VÎNEK XURT XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ DERKET XWEPÊŞANDÊ Û DÎWARÊ TIRSÊ ŞIKENANDIN.

0 116

 

Li gorî biryara Emîndariya giştî ya bi ser ENKSê ve , îro roja înêyê di 24ê Êlûna 2021ê de, mangirtinek nerazîbûnê li dijî biryarên PYDê ,li navenda bajarê Dirbêsiyê ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, hat pêkanîn.

 

 

Herwiha bi beşdarbûna cemawar û encûmena niştîmanî û nûnarên partiyan yên bi ser ENKSê ve, û rêxistinên sivîlan, Herwiha bi beşdarbûna heval û alîgirên P.D.K.S pasikê Ahmed Sîno.

 

Di derbarê vê yekêde, serokê xwecihiya Dirbêsiyê M.Ume Emo ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

” Ev xwepêşandan (mangirtin) me wek xwecihiya Dirbêsiyê li gorî biryara Emîndariya giştî hate li darxistin li dijî biryar û kiryarên PYDê .

 

Û di vê mangirtinê de mîna van silogan in hatin bilindkirin û wisa hatibûn nivîsandin.

Na bo bilindkirina nirxê sotemaniyê .

Na bo girtinê û azadî bo girtiyan.

Na bo spandina bacan li ser welatiyan.

Na bo bilindkirina nirxên nan.

 

Herwiha Emo got jî:

 

“komên çekdar yên bi ser PYDê ve, estengî ji me re çêkirin û ne hiştin em demê dirêj bikin ji xwepêşandanê re, lê me bi vînek xurt hemû biryarên PYDê şermezarkirin û me dîwarê tirsê li kolanê şikenand û name hat belav kirin”.

 

 

Herwiha Emo, di dawiya axaftina xwe de, Spasiya hemû endamên xwecihiyê û hemû alî û kesên beşdar kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.