المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Referandûma serxwebûna Kurdistanê destkftiyeke dîrokî ye

0 143

Nivîskar: Hêvî Delî 

Di “25” ê Êlûna 2017an, gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê bi referandûma serxwebûna kurdistanê şanaziyeke dîrokî tomarkirin, û bi rengekî demoqratî miletê kurd “93” ji sedî Erê kirin û piştevaniya xwe bi vîna dilê xwe ji bo damezrandina dewleta kurdistanê nîşandan, wekî piştgirî ji biryara serokê neteweyî re ” Mesûd Barzanî” ku bi mêr û mêrxasî ev biryara referandûmê dest nîşan kir û xwen û xeyala mêrxasên têkoşer ku bi qasî deryayakî xwîn rijandibûn ji bo bidestxistina destkeftên dîrokî ji bo pêşrojeke azad çîbiçîkir…

Û roja ragihandina referandûma serxwebûna kurdistanê gaveke pir giring û cihê dilxweşiyê bû bo hemû gelê kurd li seranserî cîhanê ji ber kurdistan cih û warê kurdan e ku ji sedê salan ve bi lehengiya cenabê serokê netewe miletê kurd û qehremaniya pêşmergeyên mêrxas xwîn û canê xwe kirina canfeda doza azadiya kurdan û şerê di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ji bo parastina sînor û xaka kurdistana pîroz ji dijmin û hovan …..

Û comerdê kurd di derbarî helkeftina pîroz a serxwebûna kurdistanê di “25”ê Êlûna” 2017″an, kurd bi dilxweşiyeke bi hêz û hezkiriyên xaka xwe bi hemû şêweyan piştgiriya vê biryarê kirin wek derketina kolanan û bi bilindkirina alaya kurdistanê û banga Belê ji bo serxwebûna kurdistanê dikirin, ..

Û hêjaya were gotin ku kurd miletekî niştîmanperwer û azadîxwaz in ku hejmara wan zêdeyî” Çil” milyon kes in û hêjaya ku doza maf û dewleta kurdistanê bikin û bi azadî li ser xaka xwe bijîn…..

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.