المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mangirtinek protestoyî li dijî biryarên PYD’ê li Qamişlo li dar ket

0 98

Bi vexwendinek ji emîndariya giştî ya ENKSê  , îro roja înê 24ê Êlûna 2021an, mangirtinek nerazîbûnê li dijî biryarên PYDê ,li pêşiya bargeha ” Neteweyên Yekbûyî ” li taxa Siyahî ya li bajarê Qamişlo li dar xist ..

 

Û ev yek bi amadebûna cemawar û encûmena niştîmanî û nûnarên partiyan û rêxistinên sivîlan…

 

Û herwiha ev mangirtin hate li dar xistin li dijî biryar û kiryarên PYD ê û siyaseta ku li kurdistana Sûriyê dimeşîne …

 

Û her di vê mangirtinê de silogan hatin bilindkirin û wisa li ser we hatibû nivîsandin.

Na bo bilindkirina nirxê Sotemeniyê .

Na bo girtinê û azadî bo girtiyan.

Na bo spandina bacan li ser welatiyan.

Na bo bilindkirina nirxê nan û mazotê.

 

Û komên çekdar yên bi navê ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve , êrîşî welatiyan kirin di vê mangirtinê de , lê cemawer bi mêrxasî mangirtina xwe berdewam kirin…

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku rojana rêjaya hejariyê li kurdistana Sûriyê zêde dibe û rewşa xelkê aloz û zehmetir dibe, û ev yek vedgera sedema dirandina biryaran ji aliyê PYD ê ve , ser bilindbûn û bûhabûna nirxê mazot û nan û hemû alav û kelûpelên din yên xwestekên jiyana mirov ya rojane de .

 

Û ji rexekî dî ve hemwelatiyên  kurdistana Sûrîyeyê li dijî vê yekê ne, nirxê mazotê li Rojavayê kurdistanê bê buhakirin û daxwaza betalkirina bilindkirina nirxan dikin û herwiha daxwaza berdana hemû girtiyan dikin yên ku di zindanên PYD ê de û çarenivîsa wan heta niha nediyarên …

 

 

Ragihandina ENKS

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.