Home / Nûçe / DIRBÊSIYÊ : AGIREKÎ DIJWAR LI GUNDEWARÊ WÊ RÛDA Û ZIYANÎ MEZIN GIHIŞT HEMWELATÎYAN.

DIRBÊSIYÊ : AGIREKÎ DIJWAR LI GUNDEWARÊ WÊ RÛDA Û ZIYANÎ MEZIN GIHIŞT HEMWELATÎYAN.

Di roja şemiyê di 3.8.2019an de, li Kurdistana Sûrîyeyê , li  gundewarê Dirbêsiyê bi taybet li gundên (Belik, Til Dîk, Qulan û Hemdaniyê) agirekî mezin rûda û li gorî şopandina nûçegihanê me û agahiyan, zîyaneke mezin gihiştiye welatiyan ku gelek tiştên wan hatin şewitandin mîna tovên wan yên di hindira de û alavên avjeniyê..

 

Di derbarê vê yekê de, welatiyekî ji gundê Til Dîkê bi navê Ebûd Oso jî peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Bi rastî xelkên herêmê nema di hindirê xwe de tên parastin, û ev agir zîyaneke mezin gihişt welatiyan.

Herwiha Oso navên welatên ku ziyan gihiştibû wan diyar kir û navên wan da nasîn, ev in navên wan:

1-Ibrahîm Oso, jî gundê Til Dîkê agir bi embara wî ket û di hindirê embar wî de tovên wî yên nok, çeh û genim û agir bi wan ket.

Herwiha û agir bi marbêcên wî yên avjeniyê jî ketin yên reng reş û spî nêzîkî 500 metrî hebûn.

2-Ezedîn Xalid Ahmed, ji gundê Til Dîkê agir bi maşînê wî yê avjeniyê û marbêcên wî yên avjeniyê nêzîkî 600m metro hebû pê ket.

3-Ezedîn Oso, jî gundê Til Dîkê agir bi baniyê xaniyên wî yên li ser bîra wî ya avjeniyê û marbêcên wî yên avjeniyê nêzîkî 1200m metro hebû pê ket.

4-Baqî Hesen Mîrza, agir bi 35 dolim zeviyê wî yê baqil û nêzîk 700m ji marbêcên wî yên avjeniyê jî pê ket.

5-Reşîd Mihemed Ahmed, agir bi nêzîkî 700m metro ji marbêcên wî yên avjeniyê ket.

6-Hisên Tewfîq  Melek, agir bi nêzîkî 600m ji marbêcên wî yên avjeniyê ket.

 

Herwiha Oso ku nêzîkî 7000 dolim ji zeviyên van gundan hat şewitandin. Û rûdana agir jî nediyare ta niha em bi hêvî ne ev welatî werin qerebûkirin ji hêla komelên xêrxwaziyê.

Herwiha Oso di dawiya axaftina xwe de wiha got: ” spas ji XWEDÊ re bera bi mal be û bera ne bi can be” .

Raport:Elî Fetah

About Ferhad Şêxo

Check Also

Wezîra Berevaniya Elmanî Wê Serdana Herêma kurdistanê bike ..

Hatiye birîyarkirin ku Wezîra Berevaniyê ya Elmanî ya Nû Angirêt Kiramb wê Serdana Hewlêrê bike …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *