المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA KENEDA YA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK KURDISTANÎ VEGERIYAN SER SERÊ KAR LI GORÎ BAWERIYÊN XWE.

0 64

 

Di heman demê de, kurdên Sûrîyeyê li her deverên cûda bi erkên xwe yî netewî radibin ji bo parastina mafê gelê kurd yê netewî yê rewa li Sûriya. Û pêwistiya xwe bi yek rêzî û yek helwesta Kurdî diyar dikin.Wek rêxistina partiya Yekîtiya demokratîk Kurdistanî li Keneda karê xwe yî rêxistinî careke din çalak kir û vegeriya refê pasikê partiya xwe yî wek dixwestin.

 

Di derbarê vê mijarê de, berpirsiyarê rêxistina Keneda ya partiya Yekîtî Demokratîk Kurdistan birêz Kesra Selman li ser riya Whatsapp ê ji nûçegihanê me re ragihand û anî ziman :”Em wek rêxistina Keneda ya partiya Yekîtî demokratîk Kurdistanî ji dîroka 22.4.2018an de me karê xwe yê rêxistinî sekinandbûn”.

 

Herwiha Selman axaftina xwe berdewam kir û sedema sekinandina karê xwe yî rêxistinî jî diyarkir û anî ziman:” Em wek rêxistina Keneda ji berî dîroka 22.4.2018 me gelek caran daxwaz kir ji rêveberiya partiya xwe ya berê ya ku M.Fesla Yûsif rêveberiya wê dikir ku nêzîk paskê partiyê ya ku M.Hejar Elî rêveberiya wê dike bibe ji bo yek rêziya partiyê û partiya me veger wek berê.Lê mixabin daxwaza me bi cih nehat û bêtir nakokî ketin nav partiyê û sedem jî ji aliyê paskê M.Fesla Yûsif bû. Ji ber vê yekê me di dîroka 22.4.2018an de daxuyaniyek bi navê rêxistina Keneda ya partiya Yekîtî demokratîk Kurdistanî me sekinandina karê xwe yê rêxistinî bi diyarkirina sedeman me ragihand.

 

Herwiha Kesra Selman sedema çalakiya rêxistina Keneda û tevlêbûna wan bi paskê partiyê ya ku M.Hejar Elî rêveberiya wê dike da xuyakirin.Û anî ziman:”Bi rastî me dît gavnî balkêş hatin avêtin û ber bi çav ji aliyên hin komîtiya me ya ramyarî û partiya me ya ku mamoste Hejar Elî rêveberiya wê dike bi kurtasî yekîtiyek di navbera wan de hat diyarkirin û ev jî cihê pêşketinê û serkeftinê bû li cem me û li cem her yekî welatparêz. Ji ber vê yekê me dît ku di vê qonaxê de pêwîstî bi yek rêziya tevgera kurdî heye û pêwîstî bi hemû gelê Kurd heye ku li partiyên xwe yî Kurdî vegerin li gorî baweriyên xwe û dest bi çalakiyan bikin ji bo parastina mafê gelê kurd yên rewa. Ji ber vê yekê me di dîroka 1.8.2019an de daxuyaniyek bi navê rêxistina Keneda me derxist û me têde ragihandin bi eşkerî û zelalî ku em tevlêbûna xwe bi partiya Yekîtî demokratîk Kurdî li Sûriye(Yekîtî) diyar dikin ya ku mamoste Hejar Elî rêveberiya wê dike di hindirê ENKSê de.

 

Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.