المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA QURBANÊ HAT Û XELKÊN KURDISTANA SÛRIYE NERAZÎNE JI NIRXÊ PÊDIVIYÊN CEJNÊ ..

0 77

Wek tê zanîn misilmanên Cîhanê her sal cejna Qurbanê vedijînin û pir pê kêfxweş dibim û wê pîrozbahîdikin di Roja 10 Zu-Elhice de .

Û li gorî zaniyariyan ji bo roja Cejna Qurbanê malbatên misilman û bi taybet yên rewşa wanî diravî pir xweş e Qurbaniyan dikirîn û di roja cejnê de şerjêdikin û bêtir li malbatên belengaz belavdikin .

Li gorî şopandina nûçegehanê me ji nirxên bazara pez re ya ku li Sêgir li gundewarê Dirbêsiyê di heftiyê de sê rojan tê lidarxistin, îsal xelkên Kurdistana Sûriya pir gazinan dikin ji bo bihabûna nirxên wan .

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji herêma gundewarê Dirbêsiyê li bazara pez ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:

“her sal em dihatin bazara pez û me ji bo cejna Qurbanê berxê salê dikirî bi nirxekî biha lê me karîbû bikiriya.Lê îsal bi rastî em nikarin bikirin û em nikarin bazar jî bikin ji ber ku nirxên îsal çar qatî nirxên her sal in”.

Her wiha welatî axaftina xwe berdewam kir :” ,bi rastî her tişt bihane û malbatên xizan dema helkeftek ango boneyek wek vê cejna Qurbanê bi ser wan tê dikevin hev de  ji bo debara wê rojê”.

Û hîn welatî ev yek xistin di stoyê Bazirganan de ku  Dolar bilind dibe û Dadikeve lê nirxê kelûpelan her tim bilind dibe û danakeve .

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.