المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Denîmark.. Xwepêşandanên penaberên Sûriyê berdewam e..

0 78

 

Tevî bangên hin mafnasan û rêxistinên civaka sivîl, Denîmark hewl dide hin penaberên Sûrî vegerîne welatê wan û îdia dike ku rewşa ewlekarî li hin bajarên Sûriyê baş bûye.

Ji ber vê yekê penaberên Sûrî ev zêdetirî 18 rojan daketina xwepêşandanan, û daxwaz dikin ku hikûmeta Denîmarkî ji biryara xwe vegere.

Li gorî zaniyariyan, piştî hilbijartinên Danîmarkayê , di sala 2015an de, hikûmeta nû ji wê demê de, zexitê li ser penaberên Sûrî dike ji bo vegerandina wan yan barkirina wan.

Di derbarê vê yekê de, penaberekî kurd ji kurdistan Sûrî bi navê Ekrem Xelîl ji nişteçiyên bajarê Hesekê ye, ji nava xwepêşandanê ,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

”Di destpêkê de em spasiya we dikin ji bo şopandina rewşa penaberên li Denîmarkayê, ku hikûmeta Denîmarkî gelek piroje dan ber xwe ji bo ku penaberan barbikin, ku 60% ji mûçeyên wan qutkirin .

Bi rastî hikûmeta Denîmarkî dixwaze ku penaberên Sûriyê veguhêzin welatek din yan wan vegerîne Sûrî, ku li gorî zaniyariyan di roja pêncşemê 3.6.2021ê de, perlemana Denîmarkî li ser pirojak nû dengdane ta hemû penaberan bibin welatan ji xeynî Sûrî û Ewrûpa.

 

Herwiha Xelîl got jî : ev e demek nişîname penaberên ku bi dawî dibe Hikûmeta Denîmarkî wê ji wan distîne û ji wan re nû nake.

Wiha domand : û di nav xwepêşanderan de, jinek û zilamekî bi temen mezin di girava birçîbûnê de ne û tenduristiya zilam jî ne baş e.

Herwiha M.Ekrem Xelîl di dawiya axaftina xwe de got:”Ez dixwazim di riya malpera we de, bangeweziya xwe bighînim cihên berpirs û civaka navdewletî ta zextê li hikûmeta Denîmarkî bikin û pirsgirêka me bi lez çareser bikin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.