Îro “5”ê pûşberê danê sibehê PKKê êrîşî hêzeke pêşmerge kir li çiyayê Metîn li sînorê qezaya Amêdiyê û herwiha di encama vê êrîşê de 5 pêşmerge şehîd ketin û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn li nexweşxaneyên Dihokê tên dermankirin..
Û herwiha ji rexekî dî ve derbarî vê êrîşê de wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde wiha diyar kir: Îro 5 hezêranê li çiyayê Metîn qezaya Amêdiyê hêzek pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî bi mebesta parastina xelkên wî gundî û navçeyan û vegerandina asayîşê bo deverê ,û herwiha serê sibehê ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li pêşiya wan hate danîn û di encamê de” 5″ pêşmerge şehîdketin û 4 birîndarbûn ,
Û herwiha navê wan şehîdên pêşmerge ev in:
– Raid Salar Hesen.
-Neqîb Hêşwar Salih.
-Hogir Sadiq.
– Faris Mîro.
Û herwiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku berî niha me hişyarî dabû di egera rûdana bûyerên bi vî şêwayî de di vê em hemû rêz li sînorê herêmê bigirin û asayîş û seqamgîriya herêma Kurdistanê nexin metirsiyê de….
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî