المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtiya Xwendevanan Kors û Xuleyên Fêrkirinê ji Şagirtan re divekin ..

0 81

Di bin dirûşma ” Bi kar û zanîn nivşek azad û ayîndeyekî geş û ronak ”

Yekîtiya xwendevan û ciwanan hatiye damezirandin de ku xwestek û dozên ciwan û xwendevanan û herwiha parastina mafê wan bikin li Kurdistana sûriyê .
Yêkîtiya xwendevanan di hemû waran de êdî kar û xebata xwe dike û taybetî di warê karûbarê xwendevanan ew jî bi vekirina xuleyên cor bi cor yên rêbazên xwendinê û herwiha xuleyên bi giştî di warê çandî de tên vekirin.

Û herwiha di derbarî vê mijara kar û vekirina xuleyan di Yekîtiyê de M ,”Reca Ibrahîm” berpirsa ofîsa karûbarê xwendevanan ji malpera ENKS ê re daxuyakirin:

” Di destpêka damezirandina Yekîtiya xwendevan û ciwanan û herwiha di vê rewşa awarte ya ku kurdistana Sûriyê têde derbas dibe ofîsa karûbarê xwendevan karê xwe berdewam dikê di warê vekirina xuleyan di hemû astên xwendinê de,  mîna asta seretayî û amadeyî û navendî bi serpirştiya mamosteyên pispor “.

Û ji rexekî dî ve M, “Reca Ibrahîm “,berdewam kir ku  korsên xurtkirina di zimanê Ingilîzî û Ferensî de jî tên vekirin.

Û ji rexekî dî ve M,”Reca “, anî ziman ku weku ofîsa karûbarê xwendevanan di Yekîtiyê de her tim amadene ji bo alîkariya ji şagirtan re pêşkêş bikin.

Û herwiha ji aliyekî din ve xwendekarekî pola” 9″an, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Destpêkê de Spasiya yekîtiyê û herwiha ofîsa kar û barê xwendevanan dikin li ser vê derfeta vekirina xuleyan û ez weku şagirtekî pola “9”,an korsa babeta “Bîrkarî” min vekir û çavdêrî û guhdanî ji aliyê pêşkêş kirina waneyan de pir baş e, û Spasiya mamosteyên xwe dikim li ser keda wan di fêrkirina xwendekaran de”.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.