المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALÎGIRÊN ENKSÊ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE DIKIN.

0 85

Wek tê zanîn navenda encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve li bajarê Dirbêsiyê, Di roja Yekşemê 5.9.2021ê de, katijmêr nêzîkê 3ê şeveqê hatibû êrîşkirin bi bombeyeke deng ji aliyê nenasan ve, û pir ziyanî madî gihandibû navendê.

Lê dîsa jî di êvara wê rojê de Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, bi awayekî eşkere, bi silogan û gotinên nebaş êrîşî ofîsa xwecihiya Dirbêsiyê kirin û piştre êrîşî ofîsa PDK-Sê ya bajarê dirbêsiyê kirin bi keviran û Ala partiyê û Ala Kurdistanê jî agir pêxistin.

 

Ji ber vê yekê, kesayetên serbixwe û rewşenbîr û dilêş û alîgir û hevalên partiyên bi ser ENKSê ve, serdana ofîsa xwecihiya Dirbêsiyê dikin û rewşa wê dişopînin û piştgiriya xwe ji endaman û piroja wê re diyar dikirin.

 

Herwiha di serdana hemû şandan de, ev karên xerab di derheqê ENKSê û alîgirên wê de, dihatin şermezar kirin, û tekezî li ser yekhelwesta Kurdî dihat kirin ya ku danûstandinên tên kirin di navbera ENKSê Û PYNKê, Ji ber ku ev aliyên ku bi van karên xerab radibin helwesta xwe eşker e diyar dikin ku dijî yekrêziya kurdî ne li Kurdistana Sûrî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.