المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR: YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN SEMÎNAREK LIDARXIST.

0 84

Di roja Îniyê 10.12.2021ê de, rêxistina Til Temir ya PYK-Sê bi boneya 73yemîn li ser ragihandina Roja Cîhanî ya mafên mirovan ji aliyê Komela giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê di sala 1948 an, semînarek diyalokî li navenda xwe li bajarê Til Temir lidarxist.

 

Herwiha Semîner ji aliyê parêzer M.”Mihemed Mistefa” ve endamê komîteya siyasî ya PYK -Sê hat pêşkêş kirin, bi amadebûna M.Behcet Şêxo, endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Til Temir ya PYK -Sê û hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û herwiha kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr û rêxistinên jinan.

Di derbarê naveroka vê semînarê de, M.behcet Şêxo endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Til Temir ya PYK -Sê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Rêxistina Til Temirê ya PYK-Sê, bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan gotarek ji aliyê parêzer Mihemed Mistefa endamê komîteya siyasî ya partiyê ve, û li gel komeke mezin ji partiyên xwişk, kesayetên civakî û jinan pêşkêş kir.

Û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Kurd û Kurdistanê”.

Herwiha Şêxo got jî:

” gotarbêj M.Mihemed Mistefa, bi awayekî zanistî û berfireh gotara xwe ravekir, û di derbarê wê de, lêkolîn bi awayekî serdest bûn bi zanistî rasteqîna mijarê pêşkêş kir.

Û paşê M.Mihemed Mistefa bi kurtî li ser sedem û dîroka ragihandina vê belgeya girîng di sala 1948an de axivî.

Û bal kişand ser girîngiya wê ji bo gelê Kurd weke gelê bindest û pêwîstiya dîtina gotareke siyasî ya bibandor ji bo bidestxistina raya navdewletî û rawestana li ser wê yekê”.

Herwiha Şêxo got jî:” Broşûrek ku têde nivîsa Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û sî madeyên wê li ser amadebûyan hat belavkirin.

Û di dawiyê de, bi pirs û pirsiyarên amadebûyan li ser prensîbên qanûnî yên mafên mirovan dewlemend bû ku ji aliyê parêzer Mihemed Mistefa ve, bi awayekî vekirî bersiva wan hat dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.