المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : xelk PDK-Sê pîroz dikin bi serbestberdana endamên wan ji zindanê PYDê…

0 64

Li ofîsa rojavayî Qamişlo ya PDK-Sê ,îro roja şemiyê 16ê Nîsana 2022an, merasîmên pêşwazîkirinê destpêkir bi helkefta serbestberdana endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê û peyamnêrê kenala ARKê Birêz ” Sebrî Fexrî” ku di 5ê sibatê de hatibû girtin…

Û ev yek bi serdana şand û nûnerên partiyan û encûmena Niştîmanî û ji aliyê endam û alîgirên wê partiyê ve tên pêşwazîkirin..

Û herwiha tê zanîn Ku di 5ê sibata 2022an, rojnemavanê kenala ARK ê” Sebrî Fexrî ” endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê ji bajarê Qamişlo girûpên çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê hatibû revandin ..

Û di 19ê sibata 2022an her du peyamnêrên kenala ARK û RÊBAZ “Dara Ebdo” ji bajarê Hesekê û herwiha “Ehmed Sofî “ji gundê Bana Qesrê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji aliyê milîsên PYDê ve bi tometên dûr ji rastiyê hatibûn revandin…

Û herwiha roja 15ê Nîsana 2022an, rojnemavan Sebrî Fexrî ” Ehmed Sofî û Dara Ebdo di zindanên PYDê de serbest hatin berdan ..

Û herwiha ev ne cara yekem e ku kesayetên siyasî û rojnemavan û çalakvanên kurd li kurdistana Sûriyê ku kiryarên xirab wek kuştin, revandin, îşkenceyê ku li derheqê wan de têne kirin …

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.