المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Domîz ya PDK- Sê Semînarek rêxistinî li darxist…

0 71

Di Roja înê “12”ê, sibata “2021” an ,rêxistina Domîz ya Partiya Demuqrata kurdistan – Sûriya PDK-sê  semînareke rêxistinî li darxist û ev yek bi amadebûna herdû Endamên Ofîsa Siyasî D.Ebdelhekîm Beşar berpirsê rêxistina giştî, û M.Mihemed Elî Ibrahîm berpirsê rêxistina Domîz ,   û bi hazirbûna endam wê partiyê.

Û ev semînar hate pêşkêş kirin ji aliyê D.Ebdelhekîm Beşar“, berpirsê rêxistina giştî li Herêma kurdistanê.

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û di derbarî vê semînarê de M.Ebdelhekîm Beşar,li ser hemû pêşveçûnên siyasî li ser qada sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê behis kir û axifî.

Û herwiha di semînarê de baş rawestiyan li ser diyalogên kurdî-kurdî li Kurdistana sûriyê û giringiya rol û helwesta ENKS ê derbarî danûstandinên têne kirin û gihiştina rêkeftineke hevbeş .

Û herwiha ji aliyekî dî ve li ser ger û xebata komîteya Destûrî û beşdarbûna kurdan têde ji bo çespandina mafê gelê kurd di destûra nû de anî ziman.

Û di dawiya semînarê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê D.Ebdelhekîm Beşar ve bersiva wan hat kirin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.